SON DAKİKA
40 Saliya PSK Hat Pîroz KirinDi evarê 30 Tebaxa sala 2014'an da, 40. Saliya Partiya Sosyalîst a Kurdistan, li bajarê Kolnê Elmanya, bi beşdariya ronakbîr, siyasetmedar, nivîskar, nunerên partî û komelên Kurd, yên ku li Eyaleta NRW dijin û kar û xebat dikin, hat pîroz kirin.![]() Dema Nû/Koln - Ahenga pîroz kirinê, ku ji aliyê Komîta Derveyê PSK hatibû amade kirin, di avahiya KOMKAR-Kolnê da bi rêva çû. Aheng bi deqîqeyek bêdeng mayin ji bona yadê şehîdên Kurd û Kurdistanê destpêkir. Paşê Ziya Acar, ku yek ji demezrenerên PSK ye, axaft. Paş Ziya Acar nîvîskar û helbestvan Eskerê Boyîk qise kir.
Paşê wî bi dor peyama Partiya Pêşverû ji aliyê Kak Birusk Necar, peyama PDK ji aliyê Kak Zivêr, peyama KOMCÎWAN ji aliyê Ronas Karakaş, peyama KOMJÎN ji aliyê Sîbel Aslan, peyama Kovara Nubihar ji aliyê Kak Abdullah ve hat pêşkeş kirin.
Sekreterê Giştî ya PSK Mesud Tek jî di ahengê da gotarek pêşkeş kir. Mesud Tek di gotara xwe da bi piranî behsa taybetmendiyên PSK, bûyerên Şengal û biryara legalîze kirina kar û xebata partiya xwe kir.
Paş pêşkeş kirina peyaman nîvîskar û siyasetmedar Mahmut Kilinç di axaftina xwe ya kurt da behsa rewşa Kurdistanê û hinek peşniyarên xwe kir.
Pewîst e bê gotin, ji ber keresata Şengalê beşa şahî û govenda ahangê hatiyê betal kirin. Her usa bo beşdaran xwarinên sivik, ku ji aliyên endamên KOMKAR-NRW û KOMJİN hatibû amade kirin, hat pêşkeş kirinê.
İlgili Haberler
|